Rûsya tank û firokeyan radestî rejîma Sûriyê dike

Rêkeftin beriya 3 salan hatibû îmzekirin

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Rûsyayê hejmarek ji çekên giran di nav wan de, 6 firokeyên Mig-31 hene, radestî rejîma Sûriyê kir.

Li gor nûçeyeke ajansa Sputnik a Rûsî, duh, 16ê Tebaxê, 6 firokeyên Mig-31 ji Rûsyayê gehiştine firokexaneya Mezzê ya leşkerî li Şamê.

Radestkirina wan firokeyan li gor rêkeftinekê di navbera Mosko û Şamê de tê, ku beriya 3 salan hatibû îmzekirin lê dema cîbicîkirina wê hatibû paşxistin.

Herwiha ligel wan firokeyan, hejmarek ji rokêtên (Cornet-5) û tankeke meydanî (eyar 130 mlm) jî radestî artêşa fermî ya Sûriyê hatine kirin.

Tîm û pisporên Rûsî jî yên ku li Sûriyê ne, dê her alîkariyekî derbarê wan çekên giran de pêşkeşî artêşa Sûriyê bikin.

Rûsay wek alîgira serke û herî bihêz ya rejîma Sûriyê tê binavkirin, heta niha kî li ser ridbûna xwe bo mayîna Beşar Eser wek serokê welat, berdewam e.