Tirkmen li dijî biryareke Ebadî radibin

daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dikin ku Wezareta Mafên Mirovan hilneweşîne

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsê bereya Tirkmenî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku Werzareta Mafên Mirovan hilneweşîne.

Di daxuyaniyekê de parlementerê Iraqê û berpirsê bereya Tirkmenî Hesen Toran Behaeddîn îro, 17ê Tebaxê, ji Meda Press re ragehand, ji ber ku Iraq di rewşeke şer de dijî  pêwîstiya wan bi tomarkirina tewanên DAIŞê li Iraqê heye.

Toran Behaeddîn diyar kir, di dema ku em piştgiriya biryarên çaksaziyê li Iraqê dikin di heman demê de em daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dikin ku Wezareta Mafên Mirovan hilneweşîne.

Navborî da zanîn ku rêxistina DAIŞê rojane tawanên dijî mirovatiyê li navçeyên di bin kontrola xwe bikartîne û pêwîste ew tawan were tomarkirin û li dadgehên navdewletî bêne pêşkêşkirin.

Di çarçoveya proseya çaksazî û nehiştina gendeliyê li Iraqê de, Heyder Ebadî duh, 16ê Tebaxê, 11 wezîr ji ser karên wan rakirin û wezaretên wan jî hilweşandin