di teqîna Efrînê de 5 şervanên YPGê jiyanên xwe jidest dan

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê teqînek di nava kargeheke leşkerî ya YPGê çêbûn, 5 şervan hatin kuştin 11 şervan jî birîndar bûne.

K24 – Efrîn

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê teqînek di nava kargeheke leşkerî ya YPGê çêbûn, 5 şervan hatin kuştin 11 şervan jî birîndar bûne.

Li gor çalakvanên ji herêma Efrînê ji K24 re ragehandine, ku teqîna duh, 17ê Tebaxê, danê nîvro li gundê Xilalka ya navçeya Bilbilê ya bakurê Efrînê di kargeheke leşkerî ya YPGê de çê bûye.

Piştî teqînê hêza YPGê û asayişa navçeya Bilbilê gundê Xilalka ji gundiyan vala kirin, ji ber metirsiya ku teqîn di kargehê de dubare bibe.

Herweha li gor çalakvanan ku di encamê de 5 şervanên YPGê jiyanên xwe jidest dane û 11 jî  birîndar bûn. Birîndar jî ji bo nexweşxana Avrîn hatine veguhastin.

Heta niha sedema wê teqînê nehatiye zanîn, lê asayişa herêma Efrînê ragehand ku ewê lêkolînekê derbarê teqînê veke.