“Daxuyaniyên Malikî bê bingeh in”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Malikî dide

K24- Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî da, daxuyaniyên wî jî bi “nêrînên bê bingeh” binav dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de duh, 19ê Tebaxê, ragehand ku, Nûrî Malikî derbarê ketina Mûsilê de çend nêrînên bê bingeh ragehandiye.

Nûrî Malikî tevî rexnegirtin li rapora ku derbarê ketina Mûsilê de hatiye belavkirin, gotiye ku, plana ketina Mûsilê li Enqereyê û Hewlêrê hatiye amadekirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di bersivdayîna wê daxuyaniya Malikî de wiha bela kiriye: “Em ji hemû aliyan re radigehînin ku, ev daxuyaniya serokwezîrê berê yê Iraqê re dûr ji rastiyê ye û ti bingehek jê re nîne, ev xwedizîn ji sedemên rasteqîne yên ketina Mûsilê.”

Di rapora komîteya lêkolînan a derbarê ketina Mûsilê de, Nûrî Malikî wek tohmetbarê yekem hatiye binavkirin.

Herwiha di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye “Ew ê bi siyasetên xwe yên şaş rê li pêş DAIŞê xweş kir û guh neda hişyariyên Serokê Herêma Kurdistanê neda û bibû sedema ketina Mûsilê, kesê Nûrî Malikî ye. Ew ên ku niha di hêla yekem a şerê terorîstan de ne û efsaneya DAIŞê têşikandine, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne.”