Li Rojhilat û Îranê xwendina edebiyatê bi Kurdî tê xwendin

Xwendina bi zimanê Kurdî êdî li dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê dike, yek li ser sê ji pirtûkên bi Farsî dê bi zimanê Kurdî werin çapkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwendina bi zimanê Kurdî êdî li dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê dike, yek li ser sê ji pirtûkên bi Farsî dê bi zimanê Kurdî werin çapkirin.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Parêzgeha Kurdistanê Reşîd Qurbanî dibêje: “Bi biryara Wezareta Perwerdeyê wê di sala bê de, dê yek li ser sê ji pirtûkên edebiyata Farisî, di xwendina piştî navendî de, bi zimanê Kurdî bin.” 

Herwiha di Adara borî de yekem car pirtûkên perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanên bajarê Seqiz bi fermî hate xwendin.

Li gor benda 15 û 19 ji yasaya perwerdeya komara Îslamiya Îranî, xwendin bi zimanê dayikê ya netewan diyar kiriye, lê ta niha xwendin tenê bi zimanê Farisî ye. 

Ji bilî netewên din, zêdetirî 10 milyon Kurd li Îranê dijîn