Li Helebê 58 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li bajarokê Soran yê bakurê Helebê şer di navbera çekdarên opozîsyonê û DAIŞê de derket, bi dehan çekdarên rêxistina navborî jî hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Soran yê bakurê Helebê şer di navbera çekdarên opozîsyonê û DAIŞê de derket, bi dehan çekdarên rêxistina navborî jî hatin kuştin.

Li gor zanyariyên ku ji herêma Ezazê hatine belavkirin, duh, 21 Tebaxê, li bajarokê Soran Ezazê û Marihê şer û pevçûn di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de derket, di encamê de jî 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha ku firokeyên hevpeymaniya navdewletî pêgehên DAIŞê li Til Xalid û Um Hoşê li rojhilatê-bakurê Helebê bombebaran kirin, li gor çavkaniyên pizîşkî yên herêmî jî, di encama êrîşên firokeyan 53 termên çekdarên DAIŞê gehiştin nexweşxaneya Babê.

Piştî derhehê sînorî yê Girê Spî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), DAIŞ hewlê xwe zêde dike ji bo xwe bigehîne dergeha sînorî ya Bab al-Selamê ya li Ezazê.