Karesata kîmyabarana Xûtaya Şamê û “bikerê winda”

heta neha bêkerê wê bi fermî nehatiye darzandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di duyemîn salvegera karesata  kîmeyabarana Xûtayê de ku bi sedan kes  têde hatibûne kuştin heta neha bêkerê wê bi fermî nehatiye darzandin.

Di 21ê Tebaxa 2013 de navçeya Xotayê bi çekên kîmayî hate bombebarnkirin, di encamde de û li gor amarên opozîsyonê hezar û 450 kesan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Di daxuyaniyekê de Sekreterê Giştî yê Netewetên Yekbûyî Ban-Ki Moon di 21ê Tebaxa 2013 de ragehandibû ku gereke lêkolînên giştgir derbarê buyerê de werin kirin, lê Rûsiyayê vîto hember pişnyarî de bi karanîbû.

Piştî guvaşên Neteweyên Yekbûyî Amerîka, Berîtanya û Fransayê tîmeke lêkolînan ji pisporên çekên kîmyayî hat pêkanîn.

Wê demê berpirsê wê tîma Eki Selestrom tekezkirbû wan  ku pêwendî bi rejîmê re kirine da ku erkê lêkolînên wan li Xûtayê hastantir bibe.

Opizîsyona Sûriyê û welatên ku pişgirya wê dikin rejîmê bi encamdana wê tawanê tuhmetbardikin, lê rejîm û welatên ku pişgirya wê dikin û di destpêka wan de Rûsya wan tuhmetan redkin.

Piştî wê karasetê Amerîka xwe jib û encamdana derbeyeke esmanî li dijî rejîma Sûriyê amadekirbû, lê Rûsya hate ser xetê û rêgir ji amanca Amerîkayê.

Sûsya pêşnyara destberdana rejîma Sûriyê ji cebilxaneya xwe ya kîmyayî re pêşkêşkir kirbû, da ku rejîmê bi derbeya Amerîka biparêze.

Piştî wê pişnyara Rûsyayê di navbera Mosko û Washington û Sûriyê de rêkeftinek pêkhat, li gor wê rêkeftinê Esed cebilxaneyên xwe yên kîmyayî bo alavên çkirina wan radestî civaka navdewletî kirbû.

Lê bûyerên piştî wê rêkeftinê diyarkirin ku rejîma Sûriyê bi temamî pêbendî wê rêkeftinê nebû ye.

Hejmara kuştiyan bi hûrî ne diyare

Çavkaniyên opizîsyona Sûriyê diyardikin ku amarên kuştiyan hezar û 300 kes derbas kirye.

Li gor amarên Tora Sûriyê jî ya Mafê Mirovan hezar û 201 kes hatibûn kuştin ji wan 201 jin û 107 zarok hebûn.

Ji aliyê xwe ve jî rêxistina pizîşkên sînor nenas ragehandibûn ku di nav 3 hezar û 300 birîndarên  hatibûne  veguheztin bo nexweşxaneyan 355 kuştî hebûn.