Volkana Firatê: YPGê ji Girê Spî venekişiya ye

Odeya Volkana Firat ragehand ku nûçeyên vekişîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarokê Girê Spî dûrî rastiyê ne.

K24 – Kobanê

Odeya Volkana Firat ragehand ku nûçeyên vekişîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarokê Girê Spî dûrî rastiyê ne.

Berdevkê Odeya Volkana Firatê Şervan Derwêş duh, 21 Tebaxê, derbarê pêşhatên dawî û nûçeyîn derbarê vekişîna YPGê ji Girê Spî de belav bûne ragehdna ku “ew nûçe ne rast in û mebest jê xistina fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de ne.”

Medyaya Tirkiyê belavkiribû ku YPGê ji herêma Girê Spî vekişiyaye û ev der radestê Artêşa Azad a Sûriyê kiriye.

Derwêş li ser vê pirsê ragehand ku ev “propagenda” ji aliyê dewleteke herêmî ve li ser rêveberiya bajarokê Girê Spî ye.

Derwêş amaje kir ku gelek dezgeh û sazî li Girê Spî hatine avakirin, ev yek jî nîşana pêkvejiyana pêkhateyên bajêr e.