Bi milyonan pelîstank bo mirinê firiyan

Li bajarê Erdexanê yê Bakûrê Kurdistanê bi milyonan pelîstankên spî, cara dawî li ber ronahiya lampeyên kolanan sema kirin û paşî ketin erdê mirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Erdexanê yê Bakûrê Kurdistanê bi milyonan pelîstankên spî, cara dawî li ber ronahiya lampeyên kolanan sema kirin û paşî ketin erdê mirin. 

Li bajarê Erdexanê li ser rêya Kongrê bi milyonan pelîstankên spî bi navê din mêşên yek rojî, duh 22 Tebaxê bişev semaya xwe ya dawî li ber lampeyên kolanan kirin.

Pelîstankên spî ku weke pelîstankên biyê jî têne naskirin her sal di dawiya meha Tebaxê de tenê bo rojekê û bi şêweyek kom li esmanên Erdexenê têne dîtin. 

Pispor û zanyar dibêjin ew ne pelîstankê kurman in. Ew mêşê yek rojî  avêne û navê wan ê bi Latinî  ’Ephemeroptera’ ye ku tenê ji bo şevekê dibin pelîstank û wê şevê nêr û mêyên wan bi sema cot dibin. 

Pelîstankam perdeyek spî dapoşane ser rê û paşî mîna ferşek spî ketin erdê û mirin, hemwelatiyan jî bi matmayî li semaya perperokan meyze kirin.