Li London û Tehranê balyozxaneyên Îran û Brîtanyayê tên vekirin

piştî 5 salan ji girtina wan

K24-Navenda nûçeyan

Biryare îro, Yekşemê, her yek ji Brîtanya û Îranê balyozxaneyên xwe li Tehran û Londenê vekin, piştî 5 salan ji girtina wan.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Brîtanyayê duh, 22ê Tebaxê ragehand ku Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond bi mebesta vekirina balyozxaniyê bi alîkariya şandekê serdana Tehranê dike.

Philip Hammond diyar kir ku vekirina balyozxaneya Brîtanyayê li Tehranê “qonaxeke nû ye ji pêşkeftinên pêwendiyên me li gel Iranê.” 

Herwiha li gel televîzyona BBCyê, hevdemî vekirina balyozxaneya Brîtanyayê li Tehranê, dê Îran jî balyozxaneya xwe li Londonê veke. 

Piştî êrîşên xwepêşanderan di sala 2003 de li ser balyozxaneya Brîtanyayê li Tehranê, balyozxane hatibû girtin di heman demê de Îranê jî balyozê xwe ji Londonê vekişandibû.

Herwiha biryar e Philip Hammond di vê serdanê de, ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û wezîrê wê yê derve Mihemed Cewad Zerîf bicive.

Asayîbûna peywendiyên dîplomasî di navbera her du welatan de, pitşî rêkeftina atomî ya welatên 5+1 û Îranê tê.