“DAIŞê kîmyayî li Helebê jî bikar tîne”

Beriya niha li Hesekê bikar aniye

K24- Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kiriye ku, çekdarên DAIŞê bi kîmyayî êrîşî navçeyeke Helebê kirine.

SANAyê belavkiriye ku, li gor hin dîmenên vîdyoyê ku ji aliyê çalakvanan ve hatine belavkirin, derdikeve ku rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bi bombeyên ku ji madeyên kîmyayî hatin çêkirin, navçeya Marie ya bakurê Helebê topbaran kirye.

Êrîşa DAIŞê bo ser Marie duh, 22ê Tebaxê, hatinû kirin.

Beriy niha jî Televîzyona CNN a Amerîkî li ser zarê çavkaniyekê ji îstixbarata Amerîkayê ragehand bû ku, DAIŞ cûrek ji çekên kîmyayî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bikar aniye.