Li Dûmayê komkujiyeke din çê dibe

Firokeyên artêşa Sûriyê careke din bajarokê Dûmayê bombebaran dikin, hejmara qurbaniyan jî gehiştiye 50 kesî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên artêşa Sûriyê careke din bajarokê Dûmayê bombebaran dikin, hejmara qurbaniyan jî gehiştiye 50 kesî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku duh, 22 Tebaxê, careke din bajarokê Dûmayê (bakurê rojhilatê Şamê) ji aliyê firoke û tankên artêşa Sûriyê ve hat armanckirin.

Li gor karmendên hawarkiyê yên, ji encama bombebaran û topbaranê herî kêm 50 kes bûne qurbanî nasnameya 20 hatiye naskirin û 32 kesên din nehatine naskirin, bi dehan kes jî birîndar bûne, ji ber nebûna alîkariyên pizîşkî jî pêşbîniya bilindbûna hejmara qurbaniyan tê kirin.

Beriy heftiyekê, 16ê Tebaxê, jî bajarokê Dûmayê bi tundî ji aliyê hêzên ser bi rejîma Sûriyê ve hatibû bombebaran kirin, ku têde117 kes hatibûn kuştin, di nav wan de 16 zarok bûn. Vê care jî 20 kesên din di êrîşên rêjîmê de bûn qurbanî.

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê “Human Rights Watch” Nedîm Horî di daxuyanekê de ragehand “Komkujiya dawî bîranîneke din e ji Encûmena Asayişa Navdewletî re bo cîbicîkirina biryarên xwe yên berê derbarê rawestandina van êrîşên tewş de.”

Rêveberê Rewangeha Sûrî Ramî Ebdulrehman ragehand jî ku dora 200 kesên din ji kuştî û birîndaran hîn di bin malên wêrankirî de ne.