El-Erebî: Danûstandinên çareseriya krîza Sûriyê pêşde diçin

Rejîm û opozîsyon li Cenêvê lihev dicivin

K24- Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Nebîl el-Erebî, ji pêşdeçûna danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê geşbîn e.

Neblî el-Erebî duh, 23 Tebaxê, ji rojnamevanan re ragehand ku, ew pêşbîniya “pêşdeçûneke berçav” di danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê de dike.

Ev daxuyaniya el-Erebî di demekê de tê ku, şer û pevçûn di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de dijwartir dibin.

Herwiha el-Erebî eşkere kir ku, di demek nêzîk de wê gereke din a danûstandinan di navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de li Cenêvê birêve biçe, bê ku demê diyar bike.

Di krîza ku ev 4 salin li Sûriyê berdewam de, bêhtir ji 250 hezar kesî hatine kuştin û herî kêm jî 11 milyon kes koçber û derbider bûne.

Beriya heftiyekê jî Encûmena Asayişa Navdewletî plana nûnerê navdewletî Staffan De Mistura bo çareserkirina krîza Sûriyê pesend kiriye.