Medyaya siyasî wate lezgînî û nûbûn

Îman Derbaz

K24- Hewlêr

Îman Ferman dibêje ew dixwaze bi nasnava Îman Derbaz di nav medyaya siyasî ya Kurdistanî de were naskirin, derbarê hevjîniyê de jî dibêje ku, begirîng e li cem wê ku hevjîniya wê evîndarî be yan ne, lê ya girîng ewe ku hevjînê wê azadiya jiyanê qebûl bike.

K24- Cudahiya Kurdistan24 ji dezgehên ku te berê li wan kar kiriye çiye?

Îman: Cudahî di navbera Kurdistan24 û kenalên din de, siyaseta kenalê ye, helbet çûna ji meydana civakî bo meydana siyasî ev jî cudahiyeke mezin e, Kurdistan24 kenleke siyasî ye û medyaya siyasî wate lezgînî û nûbûn e.

K24- Ev nêzîk salekê ye ku tu li Kurdistan24 kar dikî, çi tiştekî tu dilgiran kiriyî?

Îman: Derketina pirsgirêkan û lihevtênegehiştin di nav kar de tiştek normal e, lê tiştê min dilgiran dike ew e ku hevkarê min ê em bi hev re kar dikin, dema ku pêwîstiya min pê çê dibe, bihaneyan dike û dibêje ku karek di destê wî de heye, yan jî xwe sist dike da karê xwe neke, ez di wê pirsê de bêrehm im û li wî kesî naborim.

K24- Kurdistan24 çi pîşanî te da?

Îman: Canê bihevre karkirinê wek yek tîmê, tevî kesên xwedan ezmûnên siyasî yên li vir kar dikin, ez di meydana nûçeyên siyasî de ji wan hînî nêrînên cuda bûm.

K24- Çend rûpel li ser medya civakî bi navê te hene. Kîjan ji wan rûpela te ya taybet e?

Îman: Heya min ji wan heye, lê ev demeke min rûpela xwe ya taybet girtiye, spas bo wan kesên ku zehmetî kişandine û rûpel bi navê min çê kirine, lê wê piştrast dikim ku niha ti rûpelên min ên taybet nînin, ev demeke ji kar min girtine.

K24- Heta niha hevkarên te nizanin tu Îman Derbaz î yan Îman Ferman î?

Îman: Feman wek nasnava min bû, lê Derbaz paşnava malbata min e, min xwest di nav medyaya siyasî li Kurdistanê, bi vî navî bêm naskirin.

K24- Dibêjin Îman binaz xuya dike?

Îman: Hinek car mirov hest nake bê xelk bi çi awayî wî dibînin, dibe di dîtina wan de ez binaz bim.

K24- Tê gotin tu hizra hevjîniyê dikî, dê hevjîniya te bi evîndarî be yan na?

Îman: Niha ez hizir dikim, di deme gunca de ezê biryara xwe bidim, lê bo min negirîng e bi evîndarî be yan na, lê yê girîng ew e, ew kes zilamek Kurd be û heya wî ji jiyana azad hebe, lê bila di tevgera xwe de mîna min Kurdistanî be.

K24- Piştî hevjîniyê, eger hevjînê te ji xwest ku dev ji karê xwe berdê, dê helwesta te çi be?

Îman: Ez tu carî jiyana xwe ya malbata naguherim bi kar, dema min zanî dê karê min bandoreke nerênî li ser jiyana min hebe, ezê biryarek jîrane bidim, rojnamevanî ne bi tenê ekran e, ez dikarim dûrî ekranê jî karê xwe berdewam bikim.

K24- Tê gotin ku tu gelek ji zêr hez dikî, ev yek rast e?

Îman: Hemû jinên Kurd ji zêran hez dikin, ez jî Kurd im.

K24- Dema tu karê nûçesaziyê dikî, tu stranan dibêjî, tu ji dengê xwe hez dikî?

Îman: Belê ez jê hezdikim, dengê min ne nexweş e hin caran ez “îz îzê” dikim, lê dayika min dibêje dengê te gelekî nexweş e.

K24- Hevkareke te dibêje ku her tim pirtûk di dest Îmanê de ye, lê ez nizanim bo xwendinê ye yan her bo xweşiyê hildigre?

Îman: Eger wê kesa ku ev yek gotiye hevala min ba, wê binzaiya, rojek ji jiyana min bê xwendina pirtûkan nabihûre, her şev beriya ez razim bo dema 30 xulekan jî be, her divê ez bixwînim, helbet ew pirtûkên ku ez dixwînim, di warên cuda yên jiyanê de alîkariya min dikin.

K24- Dibêjin ku temenê te mezin e, lewma tu temenê xwe bi temamî eşkere nakî?

Îman: Belê di mejiyê xwe de ez gelek temen mezin im, lê ez sala 1991ê hatine dinê, ez îsal bûm 25 salî.