Rêxistinên Mafên Mirovan ji rewşa Farqînê nîgeran in

Kurd24

K24 - Diyarbekir

Pevçûn û qedexeyên li ser navçeya Farqîna Diyarbekirê di roja 12emîn de ye. Rêxistinên Mafên Mirovan, derbarê binpêkirinên mafên mirovan yên Farqînê de ragihandin ku, 7 kesên sivîl hatine kuştin û mafê jiyana 14 Hezar kesan di bin gefên çekan de ye.

Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Diyarbekirê ya Weqfa Mirovan a Tirkiyeyê û Odeya Tabîbên Diyarbekirê, bi hev re doh (13.11.2015) li Diyarbekirê daxûyanî dan çapemeniyê û rapora derbarê bûyerên Farqînê de eşkere kirin.

Li ser navê rêxistinan Serokê ÎHDa Diyarbekirê Racî Bîlîcî got, bi ser kesên li dijî operasyonan xwepêşandan kirine de gule hatine barandin, xelkê navçeyê tî û birçî hatine hiştin, mafên xelkê yê tendirûstiyê ji destê wan hatiye derxistin û hejmareke zêde kes jî hatine girtin û ev kiryar hemû binpêkirinên mafên mirovan e.

Bîlîcî, behsa biryara operasyonan jî kir û wiha axivî: “Em texmîn dikin ku biryara operasyonên li ser Farqînê, ne di destên rayedarên dewletê yên li Farqînê de ye.” Rêxistinan,  ji dewletê xwestin ku operasyon bên sekinandin.