Tê çaverêkirin qedexeya li ser Farqînê bê rakirin

Kurd24

K24 - Diyarbekir

Li navçeya Farqîn a Diyarbekirê qedexeya derketina kolanan di roja 12emîn de ye û hê jî ji sê taxan dengen teqînan tê. Tê çaverêkirin ku îro qedexe rabe. Heta niha di pevçûnan de 7 kesên sivîl, 4 leşker û 4 polîsan canê xwe ji dest dane.  

Li gorî zanyariyan xwnîşander ji taxan pêş de vekişiyane. Taxên bi navê Mescîd, Konak û Tekelê di pevçûnan de weke xopanê lê hatine. Li gorî agahiyan dê îro qedexe bê rakirin. Polîsên ku bi otomobîlên zirxkirî di nava taxan de digerin welatiyan hişyar dikin daku ew nekevin nava kolanan.

Çavkaniyên ewlehiyê bo peyamnerê Kurdistan24ê ragihandin ku ew xendekan digrin û kolanan ji teqemeniyan paqij dikin. Xelkê taxên navborî dibêjin di pevçûnên 12 rojan de mal û avahiyên wan weke xopanê lê hatine.

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Îmam Tasçier û Çaxlar Demîrel ligel bi seden kes li ber deriyê avahiya şaredariya Farqînê kombûne û dixwazin têkevin nav taxan.

Ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 200 dadparêz bo piştgiriyê hatine navçeyê. Ji hêla din ve  xetên înternet, elektrîk û telefonê têne nûkirin, lê heta niha jî rewş aloz e û ne diyar e dê çi bibe.