Hevpeymaniya Navdewletî navendên petrolê dike armanc

Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê, piştî bûyerên Parîsê siyaseta berve armancên taybet yên DAIŞê guhert û dest bi bombebarankirina tund li navendên petolê yên deverên sereke yên di bin destê DAIŞê de kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê, piştî bûyerên Parîsê  siyaseta berve armancên taybet yên DAIŞê guhert û dest bi bombebarankirina tund li navendên petolê yên deverên sereke yên di bin destê DAIŞê de kirin.

Di meha derbasbûyê de bi giştî  175  bingehên petrolê ketine di bin bombebarana firokeyên de , Washingtonê jî dixwaze jêdera perepêdana DAIŞê ziwa bike ku tê pêşbînîkirin her roj DAIŞ yek milyon Dolar sûdê ji frotna petrolê dibîne.

Pentagon dibêje di hefetya borî de êrîş bêtir navendên petrolê li Bukemal û Dêrezorê armanc kir û tê de zêdetir ji 116  barhelgirên petrolê têk çûn.

Fransa ku di nav Hevpeymaniyê de ye  piştî bûyerên Parîsê bi êrîşên tund bersiv da , Berdevkê Pentagonê Peter Cook dibêje ew bizava avakirina hevahingiyeke giştî dikin, ku ji bo têkbirina DAIŞê piştevaniya grûpên xwecihî dikin.

Tevî ku hevpeymana li dijî DAIŞê di sala borî de karîbû berhema petrolê ya DAIŞê ji 3 milyonan daxe kêmtirî ji 1  milyon Dolar di rojê  de, ku hin raport dibêjn ku DAIŞ 40 melyon Dolar sûdê ji ber firotna petrolê di mehê de dibîne.