Nisêbîn: Di roja 5emîn de jinek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Kurd24

K24 – Nisêbîn

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 6emîn de berdewam e. Di pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî û xwenîşandaran de  jinekê canê xwe ji dest da, 5 kes jî bi guleyên ji aliyê kesên nenas ve birîndar bûn.

Parêzgeriya Mêrdînê,  bi egera xendek, asteng û xwenîşanderên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne ji 13ê vê mehê ve, li 15 taxên Nisêbînê derketina xelkê sivîl bo ji derve ragihand.

Ji wê rojê ve operasyon û pevçûn didomin.  Di pevçûnên li taxa Yenî Turanê de xortekî 19 salî bi navê Mehmet Aslan ji stûyê xwe; jineke 42 salî ku navê wê Fatma Kulat e di qata 5emîn ya mala xwe de ji milê xwe û jineke 35 salî bi navê Halîme Guner jî ji lingê xwe birîndar bûn.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim, ku ev 5 roj in li taxa Yeşîlkentê dorgirtî maye got: “Niha navçe ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, elektrîk nîne, bi çekên giran xanî têne gulebarankirin.”

Ji navçeyê şev û roj dengên çekan tê. Welatiyekî ji navçeyê bi rêya telefonê bo Kurdistan24’ê ragihand ko ew ji tirsa sêgvanan qet nikarin derkevin ber pencereyan jî.  Ji hêla din ve rêyên hatûçûna navçeyê jî ji aliyê leşkeran ve hatine birîn.  Ji bilî ambulans û otomobîlên ewlehiyê destûra derbasbûna ti kesan nayê dayîn. Li navçeyê rewşa aloz berdewam e.