DAIŞ gundên Kobanê topbaran dike
K24 – Kobanê
Du kesên sivîl ji encama topbarana DAIŞê ji gundekî Kobanê re canê xwe ji dest dan.
Li gor peyamnêrê K24ê îro, 19 Mijdarê, rêxistina DAIŞê ya radîkal ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve topên ku bidestan hatine çêkirin avêtin gundê Berêz yê ku dikeve başûrî rojavayê Kobanî û di encamê de Mistefe Hisên û keca wî Niştîman Hisên canê xwe ji dest dan .
Peyamnêrê me diyar kir jî ku DAIŞê ji demekê de gundên li ser çemê Firatê dide ber top û hawenan .
Bajarê Kobanê û gundên wê roja 26 Çileya borî ji DAIŞê hate azadkirin û ji wê demê ve û heta niha car car ew rêxistina radîkal gundên nêzîkî Firatê topbaran dike.