Siudiyê: Alanê Kurd du caran nekujin

Komîta Mafên Mirovan ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî biryara ku Erebistana Siudiyê derbarê destêwerdana Îranî û Rûsya di Sûriyê de dariştiye, pesend dike. Di Meha bê de jî Siudiyê kongreyekê bo opozîsyonê lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Mafên Mirovan ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî biryara ku Erebistana Siudiyê derbarê destêwerdana Îranî û Rûsya di Sûriyê de dariştiye, pesend dike. Di Meha bê de jî Siudiyê kongreyekê bo opozîsyonê lidar dixe.

Komîta Mafên Mirovan ya Komeleya Giştî ya NY duh 19 Mijdarê biryara ku Erebistana Siudiyê bi pişikdariya Qeter, Amerîka û welatên rojavayî derbarê destêwerdana Îranî û Rûsya di Sûriyê de dariştine, bi 115 dengan, hat pesendkirin.

Biryara hatiye pesendkirin bêyî ku nîşana Rûsyayê bi zelalî bike, dibêje ku, “hemû êrîşên li dijî opozîsyona lîbral tên kirin, bi tundî tên şermezarkirin divê bêne rawestandin.”

Herwiha biryar “Hemû çekdarên tundrew yên biyan yên ku li aliyê rêjîma Sûriyê şer dike û bi taybet Lîwayên Qudsê, Pasdarên Îranê û Hizbulaha Libnanî şermezar dike.”

Balyozê Siudiyê di NY de Ebdulah Moelimî bo piştevaniya biryara welatê xwe di NY de got: “ Ez ji we hêvî dikim ku hûn Alanê Kurdî fedîkirin nekin.. du caran wî nekujin.”

Ji aliyekî din ve, hat ragehandin ku Erebistana Siudiyê dê kongreyekê ji opozîsyona Sûrî di navîna meha bê de birêve bibe, bo komkirina opozîsyonê di bin yek helwêstê de.

Ev kongreya jî tê lidarxistin piştî ku di hefteya borî di hevdîtina Viennayê de 20 welatên beşdar û Amerîka û Rûsya li ser nexşeyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê rêkeftibûn.