Termê şehîdekî YPGê li Stenbolê hat veşartin

Termê şervanê Yekîneyên Parastine Gel (YPG), Azîz Gulerê piştî ku 2 mehan li ser sînor hatibû rawestandin îro li Stenbolê hate veşartin.

K24 – Stenbol 

Termê şervanê Yekîneyên Parastine Gel (YPG),  Azîz Gulerê piştî  ku 2 mehan li ser sînor hatibû rawestandin îro  li Stenbolê hate veşartin.

Termê Azîz Gulerê ku  59 rojan li ser sînorê Rojavayê hatibû rawestandin û ji ber vê sedemê gelek çalakî hatibûn lidarxistin, îro 22 Mijdarê li goristana Geziyê ya li Stenbolê hat veşartin.

Azîz Gulerê 27 salî li Tirkiyê alîgirê partiyeke çepgir bû, dema ku DAIŞê  êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribû di nav refên YPGê cih girtibû û beriya 2 mehan pêle mayînekê kiribû û şehîd bibû.

Malbata Gulerê xwestibûn termê wî bibin Stenbolê lê destûr nehatibû dayîn û term 59 rojan li Rihayê li ser sînor hatibû rawestandin. Roja îniya borî bi destûra Serokwezîrê Tirkiyeyê cenazeya Gulerê derbasî Stenbolê kirin.

Bo Guler îro li Cemxaneya Gazî merasîma cenazeyê hate danîn û piştî merasîmê bi beşdarbûna hezaran kes bi dirûşman li Goristana Gaziyê hat veşartin.