Demîrtaş ket ber êrîşeke çekdarî

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê teqe li otomobîla Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selaheddîn Demîrtaş hat kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, Demîrtaş, bi otomobîla xwe ya ko camên wê zirxpoş in şevê din saet derdora 22.00yê  dema ber bi mala xwe ve diçû êriş hat kirin. 

Li gorî zanyariyan guleyek ji aliyê piştê ve li rasta serê rêwî ketiye. Otomobîla wî birin Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê, li ser şopa guleyê lêkolîn tê kirin. 

Piştî bûyerê Demîrtaş li ser hesabê xwe yê twitterê got, ''Mirin bi emrê Xwedê ye''. Derbarê buyerê de lêkolîn berdewam e û heta niha nayê zanîn ka kê teqe li Demîrtaş kiriye.