Demîrtaş: Mirin bi emrê Xwedê ye

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Hat îddîakirin ko şevê din li Diyarbekirê, otomobîla Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selaheddîn Demîrtaş, ketiye ber êrîşeke çekdarî.

Di bûyerê de tiştek bi ti kesî nehat lê cama otomobîla Demîrtaş derizî. Parêzgeriya Diyarbekirê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîska da û ragihand ku di lêkolînan de derket holê ne li hemberî Demîrtaş ne jî li hemberî otomobîla wî êrişeke çekdarî pêk nehatiye.

Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş, şevê din bi balafirê hate Diyarbekirê. Dema ku ligel parastvanên xwe ji balafirxaneyê bi rê ketin dît in ku cama otomobîla zirxkirî ji aliyê piştê ve derizî ye.

Li ser gumana ku êrişeke çekdarî pêk hatiye Demîrtaş, Hêzên Ewlehiya Diyarbekirê agahdar kir û tirimbêla wî birin hewşa Rêveberiya Ewlehiyê. Di vê navberê de Demîrtaş bi rêya Twîtterê hevokek parve kir û tê de got: “Mirîn bi emrê Xwedê ye”.  

Derbarê bûyerê de Demîrtaş wiha got: “Li ser cama zirxkirî ya piştê li hinda serî şopa guleyê hat dîtin. Me dengê tiştekî nekir. Dema ku em ji tirimbêlê peya bûn parastvanên min şopa guleyê dît in.”

Piştî bûyerê tirimbêla Demîrtaş birin laboratuvara krîmînal ya Rêveberiya Ewlehiya Diyarbekirê. Derbarê bûyerê de parêzgeriya di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku, piştî lêkolînan, li ser camê derzek 3x3 cm hatiye dîtin lê ew derz ne bi guleyê çêbûye.  

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal îddîayên îxbara suîqasta li dijî Demîrtaş carcaran tê rojevê. Beriya niha jî Demîrtaş û Wekîlê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken ragihandibûn ku ew bi xeberên wiha hesiyan e û hêzên ewlehiyê agahdar kirine.