Demîrtaş li serdozgeriya Diyarbekirê doz vekir

Kurd24

K24- Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selaheddîn Demîrtaş li hember hewldana kuştinê ya li dijî wî li Serdozgeriya Diyarbekirê dozek tomarkir.

Li gor ku hatiye belavkirin, şevê din li Diyarbekirê, otomobîla Hevserokê HDP Selaheddîn Demîrtaş, ketiye ber êrîşeke çekdarî, piştî bûyerê jî Demîrtaş li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîbû “mirin bi emê Xwedê ye.”

Peyamnêrê K24 li Diyabekirê îro, 23yê Mijdarê, diyar kir ku Demîrtaş serdana Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê kir û dozek vekir.

Di gilînameya Demîrtaş de hatiye ku “Derbarê bûyerê de ji bilî encama krîmînal heta niha ti agahî bi muwekîl re nehatine parve kirin.” 

Herwiha di gilînameyê de bi zimanekî rexnegir behsa “gotinên hin endamên hikûmet û çapemeniya ko nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê” hat kirin ku wan HDPe krîmînalîze kirine û wek ARMANC nîşan dane.

Di pêvajoya hilbijartina 1ê Mijdarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 127 avahiyên HDPê rastî êrîşan hatibûn û vê yekê jî di gilînameyê de cih girt.

Di dawiya daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Erka dozgeriyê ew e kU vê bûyerê zelal bike. Divê hemû taybetmendiyên gumandar bêne diyarkirin.”