Putin: Tirkiyê ji paş ve xencer li me da

Serokê Rûsyayê gefan dixwe dibêje ku aboriya DAIŞê ji Tirkiyê ye wî welatî “ji paş ve xincer” li wan da.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê gefan dixwe dibêje ku aboriya DAIŞê ji Tirkiyê ye wî welatî “ji paş ve xincer” li wan da.

Îro, 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xist xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî red dike.

Di yekemîn karvedan de li ser vê bûyerê, Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin got ku “terorîst aboriya xwe ji Tirkiyê bidest dixin, bi rêya dahatên petrolê.”

Herwiha Putin gef li Tirkiyê xwarin û wiha berdewan kir “emê li vê tawanek wek xistina firokeya me xweş nabin.”

Serokê Rûsyayê amaje kir jî ku, dê bandora wê bûyerê li ser têkiliyên Mosko û Enqerê “gelek xirap be.”

Ji aliyek din ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov daxwaz ji welatiyên xwe kir ku êdî berê xwe nedin Tirkiyê.