Polîsên Tirkiyê 29 kes bi “Endamtiya PKK” girtin

Polîsên Tirkiyê 29 kes ji Bakurê Kurdistanê bi tohmeta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Polîsên Tirkiyê 29 kes ji Bakurê Kurdistanê bi tohmeta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) girtin.

Li bajarê Mêrsînê Îro 24 Mijdarê danê sibê, hêzên ewlekariyê li dijî endamên PKKê dest bi operasyonê kirin û bi ser malan de girtin, di encamê de jî 9 kes hatin binçavkirin. 

Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser mala Hevserokê Şaredariya Akdenizê Mehmet Fazil Turk de jî girtin lê ew li malê nehate dîtin. 

Hat ragihandin ku di nav binçavkiriyan de karmendên berê yên şaredariyê jî hene û di navbera Şaredariya Akdenizê û KCKê de pêwendiyên aboriyê hene. Debarê operasyonê de lêpirsîn didome.

Li navçeya Wêranşara Rihayê jî hêzên ewlekariyê 6 kes binçav kirin. 

Herwiha dîsa li heman bajarî li navçeya Sîwerekê jî 14 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku din nav binçavkiriyan de gûmanbarên polîsê ku duh şev hatibû kuştin hene.