PDK: Rêkeftina stratejîk a ligel YNKê berdewam e

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragehand ku hêlên sor li cam wan nînin derbarê rêkeftina ligel ti aliyekî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigehîne ku, hêlên sor li cam wan nînin derbarê rêkeftina ligel ti aliyekî.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî îro, 24ê Mijdarê, di hevpeyvînekê ligel televîzyona K24ê ragehand ku, îro Polîtbîroya PDKê bi serpereştiya Masûd Barzanî civiya bo gotûbêjkirina pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Hewramî aşkere kir jî ku, PDK hewl daye ku bi awayekî fermî daxwaza destpêkirina danûstandinê ligel Tevgera Goranê kirine, lê hê tevgerê bersiva wan nedaye.

navborî derbarê rêkeftina stratîjîk ya di navbera PDKê û YNKê de got: “Heta niha ew rêkeftina stratîjîk ligel YNKê nehatiye hilweşandin.” 

Derbarê beşdariya Serok Barzanî di şerê Şingalê de û serperîştîkirina proseya rizgarkirina wê deverê Hewramî got: “Bo her aliyekî zelal e ku hebûna Barzanî di çeperên bergîriyê de piştevaniyeke mezin bû ji bo  rizgarkirina Şingalê û hêza Pêşmerge.”

Hewramî derbarê beşdariya ti aliyekî din di rizgarkirina Şingalê de got jî ku, Pêşmerge bi serpereştiya Barzanî Şingal rizgar kirin û beriya wê jî Pêşmerge beşdar bûye di rizgarkirina Kobanê de, lê me xwe nekir xwediyê wê serkeftinê. Derbarê rizgarkirina Şingalê bi xwe tenê hêza Pêşmerge ew pirose encam dane û pêwîst nake ti aliyekî din xwe bike xwediyê wê serkeftinê.” 

Hewramî derbarê Rojavayê Kurdistanê de got: “Em dilgiran in ji ku di asta navdewletî de pêgeha Kurdan li ber çav nayê rgirtin, bi taybet ku dibînin li destpêka sala bê biryar e danûstandin di navbera opozîsyona Sûriyê û rêjîmê birêve biçe, di asta hundir de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) monopola Rojavayê Kurdistanê dike.”

Derbarê Heşda Şeibî de Hewramî got: “ Fermandariyeke hevbeş ji Heşda Şeibî re nîne, ew zêdetir ji 50 grûp in û destê cuda di nav de heye.” Hewramî dewam kir jî ku, bi çi şêweyekî Herêma Kurdistanê qebûl nake Heşda Şeibî bê wan navçeyên ku Hêzên Pêşmerge lê hebe.