Hevpeymaniya Navdewletî dê êrîşên li dijî DAIŞê berdewam bike

Hevpeymaniya Navdewletî radigehîne ku xistina firokeya Rûsyayê ti bandorê li ser êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî radigehîne ku xistina firokeya Rûsyayê ti bandorê li ser êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê nake. 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Steve Warren ragehand ku tevî xistina firokeya Rûsyî, lê êrîşên hevpeymanan dê bidomin, her wek pêştir pilan jê re hatiye danîn. 

Warern got jî ku “ ketina firokeyê bûyereke di navbera her du welatên Tirkiyê û Rûsyayê de ti bandorê li ser piroseya leşkerî ya hevpeymanan bi serokayetiya Amerîkayê nake.” 

Herwiha ragehand ku proseyên leşkerî û bombebarankirin li dijî bingehên DAIŞê dê berdewam bim. 

Îro firokeyeke şer a Rûsyayê ji cura SU – 24, ji aliyê firokeyên şer yên Tirkiyê ve li nêzî sînora Tirkiye û Sûriyê hate êxistin û herdu firokevan ji aliyê çekdarên Tirkmenên navçeyê hatin kuştin.