CHP: Tirkiyê di siyasetên xwe de têk çûye

Serokê Giştî yê CHPê siyaseta hikûmeta Tirkiyê derbarê Sûriyeyê de bi zimanekî tund rexne kir û diyar kir ku Tirkiyê di siyasetên xwe de têk çûye.

K24 – Stanbol 

Serokê Giştî yê CHPê siyaseta hikûmeta Tirkiyê derbarê Sûriyeyê de bi zimanekî tund rexne kir û diyar kir ku Tirkiyê di siyasetên xwe de têk çûye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê siyasetên Tirkiyê yê derve de îro 25 Mijdarê ragehand “Min di 24'ê Tebaxa 2012an de ji Serokwezîrê wê demê re nameyek şand ku têde behsa polîtîkayên bi Sûriyê re kir û herwiha me pêşniyazên xwe ên bo Sûriyê jî ragehandin lê belê derket gotin CHP Esad diparêze, niha çi bû? 2 milyon û 500 hezar Sûrî hatin Tirkiyê. Em neçar man ku tirba Silêman Şah birevînin.”

Kiliçdaroglu diyarkir hikûmet ne rastiya cîhanê, ne rastiya Rojhilata Navîn û ne jî rastiya Sûriyê dizane û ji ber vê yekê Tirkiye ber bi çirava Rojhilata Navîn ve bir ku nema dikare ji nav derkeve.

Kiliçdaroglu derbarê DAIŞ û barhilgirên MİT'ê de jî hikûmet sûcdar kir û got; “bi wan barhilgiran çek hatin şandin. Davutoğlu di daxuyaniya xwe ya derbarê xistina firokeyê de li xwe mikûr hat ku çek şandine. Lê Niha Tugrul Turkeş sond dixwe ku ew çek ji Tirkmenan re neçûye. Gelo ew çek ji kê re çûn?” 

Serokê CHPê li ser xistina firokeya Rûsya got: “em bangî rayedarên xwe dikin ku bi hişmendî tevbigerin lê em banga xwe bo dewletên di şerê Sûriyê de beşdar in jî dikin. Êdî sebra herêmê, Tirkiye û Rûsyayê ji şer re nemaye.”