Şingal: Hêzên Pêşmerge 40 tûnelên DAIŞê dîtin

Alavên pêwendîkirin, kelûpelên kesî û alavên xwe parastinê ji êrîşan hatine dîtin.
kurdistan24.net

K24- Şingal

Ji dema azadkirina Şingalê ve Pêşmergeyan 40 tonelên ku çekdarên DAIŞê ji bo xweveşartin û xweparastinê kolabûn, dîtin e.

Roja 12ê Mijdarê operasyona azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dest pê kir, di kêmtir ji 24 demjimêran jî ew dever hat rizgarkirin.

Li gor agahiyê ku peyamnêrê K24 ji fermandarên Pêşmerge bidest xistin e, çekdarên DAIŞê ew 40 tonel ji bo xweveşartin û xweparastinê ji êrîşên Pêşmerge û operasyonên firokeyên hevpeymanan kolabûn.

Di nav wan tonelan de, alavên pêwendîkirin, kelûpelên kesî û xweparastinê hatine dîtin.