DBPê û HDPê operasyonên li Bakur şermezar dikin

Kurd24

K24- Diyarbekir

Partiya Herêman a Demokratîk DBPê û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê bi çalakiyekê operasyonên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Îro, 26ê Mijdarê, li Diyarbekirê qedexeya derve û operasyonên dawî yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Herêman a Demokratîk DBPê û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ve hatin şermezarkirin kirin. Di çalakiyê de, Hevserokê Amedê yê DBPê Alî Şîmşek got, di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de Kurd jî bo bidestxistina mafê xwe tekoşînê dike.

Parlementerên HDP’ê, saziyên sivîl û bi sedan welatî li Parqa  Koşuyolu’yê kom bûn û xwestin ku heta Meydana Îstasyonê bimeşin. Lê polîsan destûra meşê neda. Li ser vê yekê girseyê li parkê çalakiya xwe pêk anîn.

Hevserokê DBP yê Diyarbekirê, Alî Şîmşek  bertek da qedexeya derketina derve ya ku li navçeyên Bakurê Kurdistanê tê ragihandin û got: “Gelê Kurd êdî lîstikên li ser vê erdnîgariyê têne lîstin baş dizane û heta gihaye vê qonaxê berdêlek gelek biha day e. Gelê Kurd êdî neheqiyan qebûl nake û weke heta niha dê dîsa li ber xwe bide.”