Li Iraqê mezintirîn kargeha DAIŞê hat jinavbirin

Dezgeha Sîxurî ya Iraqê ragehand ku mezintirîn kargeha DAIŞê ya çêkirina bombe û teqemeniyan li Enbarê jinav dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Dezgeha Sîxurî ya Iraqê ragehand ku mezintirîn kargeha DAIŞê ya çêkirina bombe û teqemeniyan li Enbarê hatiye jinavbirin.

Dezgeha Sîxurî ya Niştimanî li Iraqê îro, 26 Mijdarê, di daxuyaniyekê de ragehand ku firokeyên artêşa Iraqê mezintirîn kargeha DAIŞê ya çêkirina bombe û teqemeniyan li bajarokê Qaim ê ser bi parêzgeha Enbarê ve, jinav bir.

Di daxuyaniyê de hat jî ku, zêdetirî 3 ton ji cebilxane di wê kargehê de teqandin, herwiha hejmarek ji pisporên çêkirina bombetan jî kuştin.

Artêşa Iraqê operesyoneke berferh li Rumadî navenda parêzgeha Enbarê li dijî DAIŞê dike, firokeyên Iraq û hevpeymaniya navdewletî jî di wê operesyonê de beşdar in.