Fîlmê “Bextreşê Mezopotamyayê” yekem filmê “Tirsnak“ yê Kurdî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Bextreşê Mezopotamyayê navê fîlmekî Kurdî ye ku çendîn lîstikvanên cîhanî tê de beşdar bûne.
Fîlmê Bextreşê Mezopotamyayê ji derhênana sînemakarê Kurd lewend Omere e ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û li derveyî welêt dijî.
Derhênerê fîlmê Lewend Omer ji K24ê re got ku, çêroka fîlmê têkildarê çêroka Kawayê Hesinkar ligel bûyerên niha û tê de behsa pênc kesan dike ku hemûyan heman xewn heye.
Di wê fîlmê de zêdetir ji 150 lîstikvanên kurd, Amerîkî, Meksîkî, Mexribî, fransî, Felestînî û Czaîrî beşdar in.
Omer got ku, dîmenên fîlmê li Keleha Hewlêr û welatê Urdinê tê kişandin û zêdetir ji mehekê karê wênegirtinê ber xwe dide.
Fîlm ku bi jêrnûsa Kurdî ye, li Dihok, Silêmanî û Bexda Tê pêşkêşkirin, û hefteyekî jî li Hewlêrê tê pêşkêşkirin.
Derhênerê wî fîlmî dibêje ku, zêdetirî ji 200 hezar dolar li amadekirina fîlmê hatiye xerckirin. Herwiha Omer gilî û gazindan dike ku ti kesî alîkarî pê re nekiriye.
Derhênerê Bextereşê Mezopotamyayê dibêje ku ew fîlm yekem filmê yê “Tirsnak“ yê Kurdî ye ku bi vê şêweyê hatiye berhemdan.