Demokrasiyeke radikal an Rêveberiya Xweser?

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Yek ji sebebên pevçûnên li Bakurê Kurdistanê îlankirina Rêveberiya Xweser tê nîşandan. Lê belê xendek û astengên di nava bajaran de ji pergala ku tê pêşniyar kirin zêdetir derdikeve pêş. Ji ber vê yekê van rojan nîqaşên li ser demokrasiya radîkal û Rêveberiya Xweser zêde têne kirin. Lêkolîner û nivîskar dibêjin, di vê rewşa awarte ya Rojhilata Navîn de  meseleya Kurd û Kurdistanî dê çêtir bê axaftin, lê divê li ser rêbazên siyasî pêşniyar bên kirin.

Di demsala payizê de pelên zer yek û yek ji daran diweşin. Mirov jî li binê daran rûniştine û li ser pergaleke ku jiyaneke nû ava bikin diaxivin. Mijara nîqaşan guhertina pergala rêveberiya Tirkiyê û Rêveberiya Xweser e. Rojnamevan Gunay Aslan, li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê bo ciwanan behsa Rêveberiya Xweser dike û dibêje, ev projeyeke siyasi ye, lê divê Kurd û Tirk bi hev re li ser vê pergalê biaxivin.

Gunay Aslan: “Xweserî daxwazeke rewa ye, daxwazeke heq e. Lê divê ji bo çareseriyê siyaset bê kirin. Bi rêya çekdarî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ev 30 sal e ku li vî welatî şerê çekdarî tê kirin; lê em hatine merhaleyeke wiha ku êdî şer nabe bersiv.”

Ji ber ku rayedarên dewletê dibêjin ew Rêveberiyên Xweser qebûl nakin, li dijî kesên wê îlan dikin operasyonan pêk tînin. Xwenîşander jî dixwazin bi asteng û xendekan xwe û rêveberiyên xweser biparêzin.  

Lêkolîner Metîn Yegîn, li ser rêbaza îlankirina Rêveberiyên Xweser dibêje, hereketên şoreşger divê xwe û armanca xwe bo gel baş bînin ziman: “Li gorî min îlankirina rêveberiya xweser ne xelet e.  Lê dibe ku kêm hatibe vegotin. Dînamîkên civakî baştir derbisxistina pêş baştir bu. Eger li her derî rêveberiya xweser û xendek bi hev re bêne nirxandin sebebê vê yekê kêmasiya vegotina vê pergalê ye.”

Lêkolînerên ku behsa pergaleke nû dikin radigihînin ku pergalên dewletparêz di nava civakê de dibin sebebên astengiyan û divê ev sebeb ji holê bêne rakirin. Çareseriya pirsgirêkan di demokrasiyeke mayînde de tê dîtin; lê wiha xuya dike ku hê jî siya çekan li ser zemîna muzakereyan û diyalogê xûya ye. Pevçûnên li herêmê biharê dûr dixin û payîzê dereng dihêlin.