Bedredîn: Rûsya Kurdan bo berjewendiyên xwe bikar tîne

Siyasetmedarekî Kurd dibêje ku, pêwendiyên Rûsyayê ligel aliyên ku ji rêjîmê ve nêzîkin hene û yek ji wan jî PYDê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Siyasetmedarekî Kurd dibêje ku, pêwendiyên Rûsyayê ligel aliyên ku ji rêjîmê ve nêzîkin hene û yek ji wan jî PYDê ye.

Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn îro, 27 Mijdarê, tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku, Rûsya hatiye Sûriyê wek dagîrker, ne gel û ne şoreşa Sûriyê hajê hebûn û tekez dike ku  “Rûsya li Sûriyê dagîrker e.”

Bedredîn derbarê pêwendiyên Rûsyayê ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ragehand ku, Rûsya Kurdan bo berjewndiyên xwe bikar tîne û got: “Pêwendiyên Rûsyayê ligel hêzên ku ji rêjîma Sûriyê ve nêzîk in, çi PYDê û çi Ereb jî hene.”

Bedredîn diyar kir jî ku, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, gelê Sûrî di xwepêşandanên xwe de di bin vê diruşmê de derdiketin, ku li gelek herêman wek deverên aram dixwastin. Lê Bedredîn xuya kir ku meremine Tirkiyê yên taybet ji avakirina vê deverê re hene.

Bedredîn amaje bi wê yekê kir ku, kongreya Riyadê ya niha ketiye rojevê, li gor daxwaz û berjewendiyên welatên ku di civînên Viennayê de beşdar in. herwiha opozîsyona Sûrî ti pirojeyeke wê tê de nîne.

Biryar e di meha bê de li Riyada paytexta Erebistana Siudiyê kongreyek bo opozîsyona Sûriyê were lidar xistin, bo cibicîkirina biryarên ku di civînên Viennayê de hatin birin.