Kongreyek bo binavkirina grûpên tundrew li Urdinê lidar dikeve

Cîgirê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî dibêje ku di meha bê de kongreyeke Navdewletî li Urdinê birêve diçe bo binavkirina grûpên tundrew.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî dibêje ku di meha bê de kongreyeke Navdewletî li Urdinê birêve diçe bo binavkirina grûpên tundrew.

Cîgirê Emîndarê Giştî yê NY Jan Eliasson ji kenala “Erebiyê” re ragehand ku di navîna meha bê de li Urdinê kongreyeke Navdewletî bo binavkirina grûpên tundrew lidar dikeve, dê ev kongre jî bandoreke wê ya girîng li prosesa aştiyê ya Sûriyê bike.

Eliasson got jî, ku ev kongre dê gelekî girîng be, nexasim ku grûpên tundrew dê bêne binavkirin, bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê.

Herwiha ku erka yekîtiya opozîsyona Sûriyê ji Erebistana Siudiyê re hatiye hilpesartin, ku li gor hatiye ragehandin dê di navîna meha bê de li Riyada paytext lidar keve.

Eliasson diyar kir, ku gotûbêj di navbera Amerêka û Rûsyayê bi awayekî baş bilez diçin. Herwiha Eliasson got jî “Di baweriya min de rûniştina Îran û Siudiyê li ser masa goftûgoyan gelekî dê bandoreke baş li çareseriyê bike.”