DAIŞ çekê kîmyayî li dijî Pêşmerge bikar tîne

Lêkolerekê leşkerî behsa bikaranîna çekê kêmyayî ji aliyê DAIŞê hember Pêşmergeyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêkolerekê leşkerî behsa bikaranîna çekê kêmyayî ji aliyê DAIŞê hember Pêşmergeyan dike.

lêkolerê di warê leşkerî de Berkêw Berzincî, ku mêvanê bultena K24ê bû, ragehand ku, DAIŞê hewil dide hemû ew çekê di ber destê wê de ye li dijî Peşmergeyan bikar bîne.

Berzincî eşkere jî kir ku têkoşînên vê rêxistinê berdewam in ji bo bidestxistin û peydakirina çekê komkuj û jehrkirî heye. Herwiha got jî, ku DAIŞ bi rêya mifa wergirtinê ji karlêkirnên xaza xerdelî û kilorê.

Lêkolerê leşkerî amaje bi wê çendê jî da ku heta niha bo çendîn caran DAIŞê çekê kîmyayî bikar anîye.