Berken Bereh: Rewşenbîriya Kurd bi êş û kul e

Berken Bereh

K24- Navenda Nûçeyan

-Heta kîjan astê dezgehên ragehandinê xizmeta pêşketina zimanê kurdî dikin?

Ger mebesta te ji tv,radyo,rojname,kovar hwd bin,bêguman ev giş ku bi zimanê kurdî weşana xwe bikin di xizmeta zimanê kurdî de ne û ji bo pêşketin û standardbûyîna wê karekî baş dikin.Lê îro hemû sazî û dezgehên ragehandinê ji ber xem û qesaweta berjewendiyên hizbî her kes bi gor xwe devokekê,heta zimanekê bi kar tîne.Bêguman ev karê wan jî nayê rê li zimanê kurdî vedike lê ger giş bi gor standartekê tevbigeriyan ez di wê baweriyê de me ku hem ji hela siyasî û hem jî di warên din de jî pêşketinên baştir dê pêk bihata.Kurd encax bi zimaneke standard û ku her kes jê fêm bike dikare bibe hêzeke netewî(ne ku ez dibêjim bila zarave rabin,an elfabe bibe yek)bi ferhengeke hevbeş em dikarin bibin xwedî hişmendiyeke rast û durist.Ji ber van egeran ez hêvî dikim dezgehên ragehandinê hewl bidin ku xitabî hemû kurdan bikin û bibine dengê wan.

-Naveroka helbestên te û hem jî navnîşanên dîwanên te yên helbestan bi êşê naskirî ne çima ewqasî êş li cem te peyda dibe.

Ev çar sed sal in kurd, li ser axa bav û kalên xwe wek biyaniyan dijîn. Ji çand û kelepora xwe ango ji ruh û giyanê xwe bi rêbazên hovane tên dur xistin. Welatê wan hatiye parçe kirin û bûne çar koloni. Helbet li hember kolonyalistan li ber xwe didin. Başur ne tê de li sê parçên din di bin nîrê stembariyê de dinalin. Zimanê wan qedexe, çanda wan, xwarin û libasê wan dibe cihe henekan. Gundên wan tên şewitandin, hemû gencineya wan (çi sererd, çi binerd) tên talan kirin. Her roj xebera miriyek, kuştiyek wek bizotek agir dikeve nav malen wan.Wek çivîkên koçber ref bi ref ber bi ewropa ve koç dikin, dimeşin, her roj bûkek bi ser mala bavê de tê oxir kirin…

Li metrepolên kolonyalistan çi karekî giran, xerab û dij-mirovahiyê heye li wan tê kirin. Zarok bi ziman û çandeke cuda re rû bir û ne. Bêguman ev tiştên aşkere ku tê dîtinin.Vêca lê bihizire ku civatek wiha di bin pencên stemkaran de dinale bi haletîruh di çi halî de ye.

Em bi xwe jî mişt bi hestên hesedî,dexesî,çavnebarî,necamêrî hatine bi laş û gewde kirin(li hember hev). Bi ya min ku bibêjin bi peyvekê  vê civatê binimîne, rasterast “Êş” tê bîra min. Lew, êş dikare temsiliyeta van hemû dilêşiyan bike.

-Helbesta Hayko formeke taybet a Japoniye lê gelek helbestvana jî ev şêwe nivîsandiye,gelo me Haydkoya kurdî heye?şert û mercên wê çi ne?

Bêguman haykoya kurdî heye.Tu bi xwe yek ji wan kesanî ku te hayko nivîsîne.Wekî din li başûrê welêt çend kesên (niha navê wan nayê bîra min.Lê min haykoyên wan xwendine û em li gel hev rûniştine)bi haykoyê dinivîsin hene(yek ji amediyê ye)Wekî din li ser internete rûpelek ya haykoyên kurdî heye.Gellek kes li wir haykoyan belav dikin. Ez li intêrnêtê dibinim ku bi navê helbestên mobîl gelek haiku tên nivîsandin.Armanc ne ew e ku em bişibin japonan lê em sûdê ji helbest û teşeya wan werbigirin û ji bo vegotineke xweşiktir wê bi kar bînin.

Ger em bên ser pirsa te ya hayko çi ye?

 Haiku navê formeke helbestê yê japonane ku bi berdewamiya kevneşopiyeke sedan salan kemiliye û bû ye teşeyeke resen î xweser.Haiku ji sê ristan pêk tê;her ristek ,go-shîchî-go (5-7-5)kîtene.Bi vê taybetiya xwe haiku helbesta herî kurt ya li cîhanê ye. . Helbesta japonî li ser vê helbestê ava bûye. Îro jî her sal li Japonya mîhrîcana haikuyan tê lidarxistin û helbestvanên haikuyan ên welatên din diçin vê mîhrîcanê. Mîna figûrên çanda japonan ên mîna xwarina xav, geisha, kimono, harakîrî, gulaşa somo, dêlindêzên çayê, yakuza û hwd. haiku jî piştî ronesansa japonan li gelek deverên dinyayê belav bû û bi dilşadî hate pêşvazî kirin û bandoreke ecêb li ser helbestvan û helbesthezan kir. Îro roj hema tu welatek nemaye ku helbestvanên wan ev cûre helbest neceribandine û nenivîsandine. Dîsa gellek haikuyên japonî hatine wergerandin li zimanên din.

 Gelek kes ji ber vê kurt bûn û sadeyiya wê dibêjin qey nivîsandina haikuyan pir hêsan e,lê dema xwe bera hundurê wê didin nikarin ji bin derkevin.Ger em taybetiyên haikuyê rêz bikin;

 Haiku dîtin û têgihîştineke resen û sade ya xwezayê ye.Ew xwezaya bi peyvan hatiya şirovekirin.Di vê nimandin û şiroveyê de gotinên hunerane nayê bi kar anîn.Ji xwe ya haikuyê bilind û bi nirx dike jî ev vegotina ji rêzê ye.Di haikuyê de tişta herî balkêş ew e ku ya niha diqewime,bi liv e û dê bibihure biçe ye.Ango ya wêneya kêlikeke li ber çav ya diherike,diçe û ya piştî sekana wê kêlikê ye.Bi vegotineke din ya tê guhertin û ya divê bê guhertin bi peyvine hêsan û bervekirî raberî me dike.Bi vê wênekirinê li me dide zanîn ku ev dinya ne ebediye.Her tişt xwediyê temenkê ye,her tişt tê û diçe.Haiku ne bertekiyên me lê bi xwe re dibe sedema bertekiyan di hundurê dil û hişê însên de.Bi kurtasî nihêrtineke;ji xwezayê ber bi jiyanê.Bi vî awayî haiku hevaheng û yeksaniyekê di navbera civat,kes û xwezayê de pêk tîne.

  Ji bo min haiku xweza,jiyan û rastiya vê dinyayê ye.Ez di wê de ne tene xwe her wiha vê kosmosa pir fireh,kûr û têra xwe ji xwe dûrketî û lewitî dibinim.Ev dîtin carna bi xwe re hêz û şiyanekê dide min da ku xwe li hember hemû neçêyiyan ragirim û carna jî xwe teslîmî wê xwezaya ku me bi deste xwe-her wiha bi wê re xwe jî-lewitandiye bikim.Lê bi giştî haikû wek terazûyekê di navbera dil,hiş û rastiya cîhanê de ahengekê pêk tîne ku tevî hemû neçêyiyan jî bi aram û bi dilxweşî bijîm.

-Di pêşketina zimên de rola helbestê çi ye?

Ger em helbestê wek avahiyeke xweşik û balkêş bihesibînin, ziman rukn û binyada vê avahiyê ye. Çawa ku avahiyeke bê bingeh pêk neyê û ne saxlem be, helbest jî bê zimên nikare bê nivîsîn. Vêca her helbestek bi saya zimên û li ser erdê zimên bilind dibe. Lê zimanê helbestê cudaye ne ew zimanê em pê diaxifin û bi hinekên din re têkiliyê datînine. Ew zimanek kubartir,bi hêztir û kûrtir e. Lew di zimanê helbestê de gramer, hevoksazî û heta peyv jî ne wek ya zimanê rojane ye.

 

Peyv ne tene bi gor wateya xwe ya ferhengî tê bi kar anîn. Heta ew bi serê xwe nikare helbestê binimîne. Ji bo helbestê pêdivî bi hemû peyvan heye. Gelek caran peyv bi hev re dikevin têkiliyê û bi saya vê têkiliyê dibine xwedî wateyine cüda û dewlemendtir.

Zimanê helbesta azad û ya klasik bi vê taybetiyê tê ji hev cûda kirin. Di helbesta klasik de peyv bi gor wateya xwe ya ferhengî bi peyveke din re dikeve têkiliyê û bi wê re tiştekê dinimîne. Lê tiştekê li hev zede nakin peyv her wek wateya xwe dimînin. Lê di helbesta modêrn de peyv bi saya danûstandina bi peyvên din û bi saya hêma (îmaja) bi kar anî reng, durv û wateyeke din jî digire. Ango ziman û peyv di destê helbestvanî de wek boyaxa wênesaz û heriya peykertraşiye .Lê peykertraş û wênesaz nikarin wateyek din bidine herî û rengan.

Helbestvan bi peyvan wê avahiyek wisa lê bike ku bi aheng,bi pergala xwe ya hundurîn û ya derve, bi sazkirina têkiliya di nav bera peyvan de wê rêya herî kin û bi hêz ya ku xwe bigihîne hiş, mêjî û ruhê xwendavênî bibine. Aha ev ziman zimaneke cudaye û zimanê heyî jî bi gor xwe bi hêz dike. 

-Te di sala 1979 de di yekem kovara kurdî ya bi navê TÎRÊJê de dest bi nivîsandina kurdî kir,gelo berî wê demê te bi tirkî dinivîst?

Belê wek hemû helbestvanên nifşa xwe ji ber nebûna kovarên kurdî min jî bi tirkî helbest nivîsandin û belav kirin.Di sala 1973 de ez endamek yê Kulûba(nadiya)wêjevanên Xort bûm.Di gellek kovarên navdar ên edebî yên bi tirkî de helbestên min belav bûn.

-Rewşenbîrîya kurdî di çi astê de ye?

Rewşenbîriya kurd bi êş û kul e.Qedera welatê wan bûye nasnameya wan jî.Yanî ew jî wek welatê xwe ji hev belawela û wek cıvata xwe serhişk û berxwedêrin.Mixabin êşa ku rewşenbîrên kurd kêşane û jiya ne ji hemû beşên civatê zêdetir û dijwartir e.Em baş zanin ta van salan rewşenbîr û siyasetmedarê kurd heman kes e;Celadet Bedirxan….Piştî salên 70yan û bi geşbûna partiyên siyasî û şerê çekdarî rewşenbîrên kurd(mebest nivîskar,hunermend,wênesaz hwd) di bin siha siyasete de man.Siyasetê rê neda kesên serbixwe,azad û bê hizbî deng vedin.Bê guman zor û stemkariya dagirkerên kurdan jî nehiştin rewşenbîrên kurd serbixweve bên.Gellek caran ew mecbûrî penaberiyê kirin û ji welatê xwe dûr ketin.Ji ber gellek sedemên din jî rewşenbîrên kurd nekarîn dengê xwe ragihînin cıvata xwe,li welatê xwe bibine hêzek(hêzeke bê layan û netewî).

Em baş zanin rewşenbîr deng û reng û wijdana gele xwe ye.Divê metirsiyên wî nebin û her rastiyê vebêjin.Di her şert û mercan da berjewendiyên netewa xwe biparêzin.Ji bo rewşenbîrên kurd bikaribin têkiliyeke durist bi civat û partiyên siyasî re deynin divê,xwedî sazî û dezgehên xurt yê parastin û ragihandinê hebin.Ji ber ku rewşenbîrek kurd nikare bi tena sere xwe bikare tesîrê li civatê û rewşa siyasî bike.Ji ber sedemên diyar(du elfabe,rênedana partiyan,xwedûrnekirina ji kes hizban,hwd)rewşenbîrên kurd nayên dîtin û pênç pereyan bi wan nade.Divê siyaset,tora ragihandin û çapemeniyê arîkariya rewşenbîrên kurd bike ku bikarin bibin hêz û gellek caran navbeynkariya hizban bikin da arîşeyên xwe çareser bikin.

Lê dîsa mixabin ku rewşenbîrên xwe ji berjewendiyên ji partî,komele,ol,mezheb rizgarkirî û bi rastî jî rewşenbîr jî bi tiliyên destan nayê jimartin.Ku rewş ev be ka rewşenbîriya kurdî ?

-Di wêjeya kurdî de bikaranîna du elfabeyan (kurdî-erebî,kurdî-latînî)çi bandora li ser wêjeya kurdî û xwendevanên kurd kiriye?

Bikaranîna du(ku em kurdên kafkasyayê jî bibinin)sê elfabeyên cuda bandoreke neyînî li wêjeya kurdî dike.Berê her tiştî nahêle kurd ji hev fêm bikin,bi hev re bidin û bistînin.Heman xewnê bibinin,heman êş û azar û bextewariya hev par bikin.Mixabin wek parçebûna fizîkî bikaranîna sê elfabeyan kurd ji hev dûr xistiye.Wek sê netew û welatên cuda li wan hatiye.Dema em li her beşe dinerin em dibinin ku wêjeya her beşe bêtir bi ya serdestê xwere dide û distîne.Sînorên di singê welatê me de hatî damezrandin bi sê elfabeyan ruh û giyanê me jî dabeşkirine.Van sedeman nehiştiye ku heta îro hemahengi û hevsengiyek di navbera edeba me de pêk bê.Tu li berheman û awayê afirandin,şêwaz,mijar,teşe û teknîka wan dinêrî wek reş û spiyê ji hev dûr in.Van salên dawî bi rêya weşanxaneyan li bakur gellek berhemên nivîskarên başûr,rojhilat û rojava bi latînî hatine weşandin.Lê dîsa jî ne bes e.Divê kovar û rojname û heta tv yên kurdan her du elfabeyan bi kar bînin.Da em ew derengmayîna yekdengkirina wêjeya kurdî pêk bînin.

Hema ez ê li vir pirsekê bikim gelo li başûr çi li hewlêr çi li silêmanî çend kesan hay ji min ûhelbesta min heye?Vêca ji xwe re bihizire ka rewş çi ye.

-Heta kîjan radeyê bandora tevgera siyasî û nakokiyên wê li ser tevgera rewşenbîr û nivîskaran heye? Gelo pirbûna yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran bi pirbûna partiyên siyasî ve girêdayî ye?

Ger ji ber nêrînên xwe yên cuda yên edebî komele bên ava kirin,ev tiştekî xweş e.Bila bi dehan komele,yekîtî hebin.Ew ji bo geşedan û binirxkirina afrîneriya kurdî hewldan û helwesteke erêniye.Lê wek berê jî min got hemû tiştên me bi gor siyasetê tê dîzaynkirin.Ji dagirkeran bigir ta partiyên me her dixwazin civatê bi gora xwe saz bikin.Gellek cara nivîskar û rewşenbîr! Jî nikarin xwe ji partiya xwe dûr bike û wek rewşenbîrekî tevbigere.Bi kurtî partî û dezgeyên siyasî çi bin,sazî û komeleyên rewşenbîr û nivîskaran jî ew in.Rastiya me ev e.

-Xweştirîn qonax di jiyana te de?

Zaroktiya min ku li gel dê û bavê xwe,bi ziman,çand û toreya xwe û bi delalî dijiyam.

-Xweştirîn helbesta li ber dilê te?

Ez ji hemû helbestên xwe hez dikim.Her yek ji wan zarokek min e.Ma bavek dikare zarokek xwe li ser yên din re bigire.

-Berhemên te yên nû?

Ev şeş sal in li ser nirxandina helbesta kurdî dixebitim,ber bi qedandinê hatiye.Dosyayek ya helbestan ji bo çapê amade dikim.Bi hêvî me ku biharê her du yan çap bikim.

-Spas mamoste ji bo vê hevpeyvînê.

Ez jî spasiya te dikim ku te ez kirim mêvanê xwe.