Selahedîn Demîrtaş: Bêdewletbunê Tahîr Elçî kuşt!

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Hevserokê HDP dibêje ku, ne dewletê Tahir Elçî kuştiye lê bêdewletbûnê ew kuşt! Hevjîna Elçî jî bi gotina xwe hêsirên hezaran kes barandin.

Cenazeyê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, li demijmêrên serê sibeha îro, 29ê Mijdarê, ji aliyê bi hezaran kes ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya bi navê Selahedîn Eyûbî hate standin. Serokê Yekîtiyya Baroyên Tirkîyeyê Metîn Feyzîoglu û Parlemneterên CHP-ê û HDP-ê bi cubeyên parêzeriyê ve darbesta Elçî hilgirtin. Girse, bi dirûşmên wek, “Em hemû Tahir Elçî ne, Şehîd Namirin” ve  ber bi Abideya Mafê Insanan ya ko li Parka Koşuyulu’yê ve meşiyan.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî duh, 28ê Mijdarê, li dema pêşkeşkirina gotarekê ji bo aştiyê, li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Diyarbekirê hat kûştin.

Gav bi gav hejmara hezkiriyên Elçî li ber abideyê zêde dibûn. Malbata wî, heval û dostên wî, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahettîn Demîrtaş û parlementerên HDPê, rayedarên Partiya Herêman a Demokratîk DBP, parlementer û nûnerên Partiya Gel a Komarî CHP, şaredar û hevşaredarên bajarên Bakurê Kurdistanê, Serokên Baroyên Tirkiyê û Bakurê Kuristanê,  Nûnerên Partiyên Kurdistanî, rayedarên saziyên civakî yên sivîl, hûnermend û bi sed hezaran welatî beşdarî merasîma cenazeyê Elçî bûn. Li ser navê hikûmet û dewletê ti kes beşdarî merasîmê nebûn. Sedema vê yekê jî pirsgirêka ewlehiyê hat nîşandan.

“Qedexeya çûn û hatinê rê li pêş kuştina Elçî vekir”

Ji ber qelebalixiya zêde, merasîma li Parka Koşuyolu’yê bi zehmetî hate kirin. Piştî rêzgirtinê axatfin hatin kirin. Destpêkê li ser navê Baroya Amedê, Alîkarê Serokê Baroyê parêzer Ehmed Ozmen, derbarê Elçî de got: “Ew her tim ligel mezlûman bû. Ew her tim li dijî kujerê yasayan bû. Wî her tim doza mafê mirovan diparast. Ji ber ku tarîtiya li ser înfazên li herêmê têne kirin ronî dikir ew hat kuştin. Qedexekirina derketina derve ya ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tê ragehandin jî rê li pêşîya kuştina Elçî vekir.”

“Emê doza Elçî bişopînin”

Xanima Elçî, Turkan Elçî di merasîmê de herdu zarokên xwe; Arîn û Nazelîn hembêz dikir û bo wan digot “negrîn”. Axaftina Turkan Elçî’yê hêstirên çavên bi hezaran kes barandin. Tirkan Elçî wiha got: “Li wî alî dê yên feîlî meçhul te pêşwazî bikin û dê bo te bêjin te em diparastin ma dê kî te bipêrêze, tu yê bêje, dê xanima min û hevalên min.  Ka! ma kevokên aştiyê yên weke te man, ez  û hevalên te em ê doza te bişopînin, em ê li ser rêya te bin.”

“Çapemeniya dewletê birayê min wek armanc nîşan da”

Birayê Tahir Elçî, Ehmed Elçî jî got; “Dadrês, dozger û çapemeniya dewletê birayê min armanc nîşan da, birayê min kuştin. Ew ne şehîdê me yê yekem e û nabe yê dawiyê jî. Divê em vê wiha bizanibin. Lê bila zordar bizanibin ew ti caran nikarin pêşiya gelê Kurd bigrin. Tahir nemiriye û namire. Ew mirovek azad bû. Em ti caran stûyê xwe li ber dagîrkeran natewînin. Ermenî, Asurî û Sosyalîst hemû birayên Kurdan bûn. Divê ji bo aşitiyê destên hev bigrin. ”

“Ji niha û pê de barê me girantir e”

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anli jî bal kişand ser kar û xebata Elçî yên li ser ronîkirina kuştinên feîlî meçhûl (kujerê nenas). Anli wiha got: “Em dizanin ku ji niha û pê de barê me girantir e. Îro hemû xelkê Kurdistanê herikiye Amedê. Spas ji bo Mîrê Botan Bedirxan Beg; ji ber ku kesayetiyekî weke Elçî gehandine. Êdî ti mirovên me di nava dîwarên tirsê de najîn. Em ê têkoşîna Elçî bidomînin.”

“Tişta ku Tahir kuştiye ne dewlet e; lê bêdewletî ye”

Di merasîmê de Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş jî axaftinek balkêş kir û got; “Tişta ku Tahir kuştiye ne dewlet e; lê bêdewletî ye. Temenê wî hemû di têkoşîna aşitî, azadî û demokrasiyê de derbas bû. Heta saniyeyê dawî jî peyvên aşitiyê li ser zimanê wî bûn. Me li ser axa xwe gelek êş û mirin dîtine. Her roj me cenaze rakirin, em li ber derê morg û goristanan mezin bûn. Em ê aşitiyê bînin ser axa xwe. Gumana me li ser wê yekê heye ku ev bûyer nayê ronîkirin. Em mafdar in di vê mijarê de. Ji ber ku heta niha wiha bûye. ” 

Piştî axaftinan cenaze ji aliyê bi sed hezaran kes ve ber bi Goristana Yenîkoy ve hat rakirin. Di dema derbasbûyîna cenazeyê Elçî de xelkê Diyarbekirê jî ji pencere û balkonên xwe bi çepikan bertek dan kuştina Elçî. Li ser pankartên di destên beşdaran de nivîsên wek “ Em te ji bîr nakin, PKK ne rêxistineke terorîsti ye, me stûyê xwe ne tewandiye.” hatibûn nivîsadin. Ji ber metiriya teqînan xelkê sivîl otomobîlên li kolanan hatine parqkirin kontrol kir in.

Cenazeyê Tahir Elçî, piştî merasîmên olî, li Goristana Yenîkoy ya Amedê spartin axê. Hezkiriyên Elçî, bi hêstiên çavan gulên sor danîn ser gora wî. Taziyeyê Elçî, li Hola Resepsiyonê ya Sumer Parkê hat danîn. Ji hêla din ve xelkê Amedê kuştina Elçî protesto kirin û deriyên dikanên xwe venekirin.