Yusif Mihemed tenê wek mêvan beşdarî civîna YEyê dibe

Kes ji Parlementoya Kurdistanê nehatiye vexwendin.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Parlementoya Ewropayê radigehîne ku wê ti vexwendinek fermî neşandiye ji Parlementoya Kurdistanê re.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê, Dilawer Ajgeyî îro, 29ê Mijdarê, ji K24 re ragehand ku, Parlementoya Ewropayê tekez kiriye ku, wan vexwendina fermî tenê ji Parlementoya Iraqê re şandiye.

Ajgeyî diyar kir ku, Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlementoya Ewropa pêwendî bi wan re kiriye û ji wan re tekez kiriye ku, tu kesek ji Parlementoya Kurdistanê nehatiye vexwendin, eger Yûsif Mihemed jî wek welatiyekî beşdarî civînê bibe, wê cihekî jê re peyda bikin.

Biryrar e civînek di navbera Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlementoya Ewropa û şandeya Parlementoya Iraqê de bicive.

Roja 12ê Cotmehê, rêgirî li Serokê Parlementoya Kurdistanê, Yûsfi Mihemed, (k user bi Goranê ve ye) hat kirin ku derbasî Hewlêrê bibe.

Goranê ew hewldana bi “kodeta ji aliyê PDK ve” binav kir, di beramber de PDK, Tevgera Goranê bi “têkde” da zanîn.