Li Şingalê zêdeyî 10 cihên gorên bikom hene

Perî Nûrî da zanîn ku heta niha nizanin çend gor hene û çend kes jî tê de ne
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Serpereştyara vekirina gorên bikom, li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ragehand, ku zêdeyî "10 cihên gorên bikom" li sînorên qezaya Şingalê hene.

Serpereştyara vekirina gorên bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Perî Nûrî ji K24ê re got ku li sînorên qezaya Şingalê,  zêdeyî 10 gorên bikom hene lê ji ber proseya rizgarkirina wê navçeyê hê bi temamî bi dawî nebûye, ew niha nikarin wan goran vekin.

Perî Nûrî da zanîn ku heta niha nizanin çend gor hene û çend kes jî tê de ne.

Di 2ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê bi alîkariya hinek hozên Ereb ên Sine, qezaya Şingalê dagîrkirin û bi hezaran Kurdên wê deverê koçberî çiyayê Şingalê û Rojavayê Kurdistanê bûn.