Li Stenbolê teqînek çêbû

Polîsan dest bi lêkolînan kirine, heta niha jî sedema teqînê ne diyar e.
kurdistan24.net

K24- Stenbol

Li wêstgeha mîtroya Bayrem Paşa ya Stenbolê teqînek çêbû, 6 kes jî birîdarin.

Teqîn êvara îro, 1ê Mijdarê, li wêstega mîtroyê ya Beyrem Paşa çêbûye, heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn û polîsan dest bi lêkolînan kirine.

Herwiha ti amareke fermî derbarê qurbaniyên teqînê de nehatiye ragehandin, lê amarên destpêkê diyar dikin ku 6 kes birîndar bûn e.

Ji ber teqînê li tev taxên nêzî wêstgeha Bayrem Paşa  polîs blavbûne