Pentagon daxwaza alîkarîkirina Pêşmergeyan dike

Wezîrê Bergirî yê Amerîka behsa bandora serkeftinên Pêşmerge li ser DAIŞê dike
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Ashton Karter daxwaz ji Kongressê dike ku alîkariyên zêdetir ji Pêşmergeyan re bişîne.

Ashton Karter îro, 1ê Kanûna Pêşîn, li pêş Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongressa Amerîka amade bû û gotarek pêşkeş kir.

Karter got ku, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de daxwaza alîkariya zêdetir ji bo Hêzên Pêşmerge kiriye.

Navborî diyar kir jî ku, Hêzên Pêşmerge sînorê DAIŞê gelek biçûk kirine û ew bêhêz kirine, lewma divê bêhtir alîkariya wan bê kirin.

Wezîrê Bergirî yê Amerîka diyar kir jî ku, ew dê hêzeke taybet bişînin Iraqê, ji bo ku guvaşek zêdetir li ser DAIŞê çêbikin û beşdariyê di operasyonên azadkirina dîlkiriyan de bike.

Karterê da zanîn jî ku, ew dibîne rêya herî baş alîkarîkirina Pêşmerge bi rêya Bexdayê ye, ji bo rêgirtin li parçekirina Iraqê.