Kanada navendeke tomarkirina penaberan li Uridnê vekir

Bi amadebûna Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Sajjan, wezîrê Tendidûristê Jan Philpott û Wezîrê Penaberên Kanadayê John McCallum li Urdinê navendeke tomarkirina navên penaberên Sûriyê ji aliyê Kanadayê hat vekirin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navdewletî ya Penaberan ((UNHCR) li Urdinê dest bi tomarkirina yekemîn pişka penaberan yên ku Kanadayê pêşwaziya wan bike kir.

Bi amadebûna Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Sajjan, wezîrê Tendidûristê Jan Philpott û Wezîrê Penaberên Kanadayê John McCallum li Urdinê navendeke tomarkirina navên penaberên Sûriyê ji aliyê Kanadayê hat vekirin.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê rêxistina  ((UNHCR) Leonard Doyle duh, 1ê mijdarê ragehand ku wan dest bi tomarkirina navên penaberan kirye û heta niha nave 200 penaberî hatiye tomar kirin û di demeke nêzîk de ber bi welatê Kanadayê ve biçin.

Berê niha Wezîrê Derve yê Kanadayê ragehandibû ku welatê wî dê pêşwaziya 25 hezar penaberên Sûriyê yên ku li kampên Uridn, Lubnan û Tirkiyê dimînin bike.