Navê Alanê Kurdî li qeraxa ku termê wî lê hatibû dîtin dê bijî

Derbarê mijarê de şaredarê Bodrumê Mehmet Kocadon got, ev yek pirsa mirovahiyê ye û wan biryar girtiye ku navê Aylan Kurdîyê Sûriyê li wê qeraxê bidin û li wir peykereke azadiyê çêbikin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê Meclîsa Şaredariya Bodrûmê, bi yekdengî biryar girt navê Alanê Kurdî bidin li qeraxa Deryaya Egeyê ku termê wî li wê derê hatibû dîtin.

Meclîsa şaredariyê  duh,1ê Mijdarê  di civîna xwe ya meha kanûnê de bi dengê hemû partiyan ev biryar girtin.

Derbarê mijarê de şaredarê Bodrumê Mehmet Kocadon got, ev yek pirsa mirovahiyê ye û wan biryar girtiye ku navê Aylan Kurdîyê Sûriyê li wê qeraxê bidin û li wir peykereke azadiyê çêbikin.

2yê îlona 2015ê, bota malbata Alan Kurdî ku dixwestin bi qaçaxiya rêya deryayî derbasî Yûnanîstanê bibin qelibîbû û termê Alan Kurdîyê sê salî li qeraxa Deryaya Egeyê bajarê Bodrûmê hatibû dîtin. Vê dîmenê li cîhanê ser trajediya penaberan û rewşa kurdan deng veda bû.