Pamuk: kuştina Tahîr Elçî bûyereke metirsîdare

Orhan Pamuk di sala 2006an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê sitandibû. Berî ko xelata nobel bistîne wî diyar kiribû u Tirkan li hemberî Ermeniyan jenosîd pêk aniye.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Nivîskar Orhan Pamuk ragehand ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bûyereke metrisîdare.

Di daxuyaniyekê de Nivîskar Orhan Pamuk got ku  kuştina Tahîr Elçî bûyereke metirsîdare Ji ber ku ew êrîş li hemberî mirovekî aştîxwaz pêk hat.

Tahîr Elçî derbarê çareserkirina pirsa kurdî de kesekî bijare û rewşenbîr bû. Êrîş di heman demê de li hemberî çîna rewşenbîrî jî hatiye kirin.

Pamuk bal kişande li ser kuştinên kiryarên nediyar û got ew ditirse ku Tirkiye vegerê salên berê.  Kuştinên kiryar nediyar di encama stratejîyeka polîtîk de pêk dihat.

Orhan Pamuk di sala 2006an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê sitandibû. Berî ko xelata nobel bistîne wî diyar kiribû u Tirkan li hemberî Ermeniyan jenosîd pêk aniye. Ev daxuyaniyên wî li rojeva Tirkiyeyê  ciheka berfireh girtîbû.