Wêstegên avê dibin armanca êrîşên rejîma Sûriyê

K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Helebê yê Sûriyê di encama êrîşekî rejîma sûriyê de beşek ji wêstgeha ava vexwarinê ya wî bajarî wêran dibe, zirarên westgehê 3 milyon û 500 hezar kes ji ava vexwarinê pê par dike.
Derbarê vê yekê de Nûnera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan ((UNICEF) li Sûriyê Hena Sincer duh,1ê Mijdarê ragehand ku bi wêrankirina wê wêstgehê 3 milyon û 500 kes bê ava dimînin û da zanîn ku hawlê çêkirina wêstgehê berdewamin.
Sincer diyar kir ku li sûriyê rojane mafên mirovan li tê bin pê kirin û da zanîn ku ew zirarên giheştine wêstgeha el-Xefse ya ava vexwarinê jiyana sivîlan dike metirsiyê de.
Tê zanîn ku ji dest pêka kirîza Sûriyê bi milyonan kes ji nebûna av, xwarin xwendin û kar li welatên Urdin, Tirkiyê Lubnan û HerêmaKurdistanê penaber bûne