Galîp Ensarîoglu: Dewlet digel Abdullah Ocalanî dicive.

Ensarîoglu li ser pêvajoya aşitiyê jî got eger PKKe li Tirkiyeyê dev ji hebûna xwe ya çekdarî berde pêvajo dê bidome

K24-Amed

Parlementerê Diyarbekirê yê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu got dewlet digel Abdullah Ocalanî dicive.

Galîp Ensarîoglu ji beşa Tirkî a BBCyê re ragihand ku hevdîtinên dewletê a bi Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê Ebdullah Ocalanî re didome. Lê naveroka hevdîtinan tenê dewlet dizane. Ger pêwîstî çêbibe û erenî be aliyên cûda jî dikarin tevlî vê pêvajoyê bibin.

Armanca wan ew e ku hêza Abdullah Ocalanî biparêzin. Ji ber vê yekê  ew naxwazin navê Ocalanî di çapemeniyê de zêde derbas bibe.

Ensarîoglu li ser pêvajoya aşitiyê jî got eger PKK li Tirkiyeyê dev ji hebûna xwe ya çekdarî berde pêvajo dê bidome