Kerry: pêwîste şer li Sûriyê were rawestandin

daku penaber vegerin welatê xwe.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand ku pêwîste şerê li Sûriyê were rawestandin daku  penaber vegerin welatê xwe.

Di daxuyaniyekê de  Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro ragehand ku pêwîste şer li Sûriyê were rawestandin, ew yeke jî pêwîtiya wê bi qonaxeke veguhêz e heye, û daxwaz li Îran û Rûsyayê kir ku piştgiriya proseya Siyasî li wî welatî de bikin.

Kerry da zanîn ku eger şer li sûriyê were rawestandin derfetek  bo penaberan çêdibe  vegerin welatê xwe.