Esed: Rûsyayê balansa hêzê li Sûriyê guherî

Derbarê xistina firokeya Rûsî de jî dibêje ku Erdogan “dîn bpye”

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed dibêje ku, destêwerdana Rûsiyê di welatê wî de balansa hêzê guhert.

Esed di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Çîkî îro, 2ê Kanûnê, got ku, êrîşên firokeyên Rûsî karînên rêxistina DAIŞê gelek qlis kirin.

Rûsyayê roja 30ê Îlona borî dest bi operasyonên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye.

Esed derbarê wan êrîşan de got ku, Rûsyayê karî balansa hêzê li Sûriyê biguhere û sînorekî ji hêza DAIŞ û Eniya el-Nusrayê re danê.

Derbarê xistina firokeya Rûsî de ji aliyê Tirkiyê ve, Esed got ku Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan “Dîn bûye.”

Esed êrîşa xwe ya li ser Erdogan berdewam kir û got: “Şikestina Erdogan û grûpên wî yên terorîst li Sûriyê, bi wateya dawiya wî ya siyasî tê, ji ber vê yekê ew amade ye her tiştî ji bo astengkirina serkeftinê, bike.”